PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 3yê Tebaxê li Fermandariya Komandoyan a Cendermeyan a Çakirsogut a bajarê Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê, teqînek çêbû û 2 leşkerên Tirk birîndar bûn.
Walîyê Şirnexê Osman Bilgin da xuyakirin, îro 3yê Tebaxê di dema hejmartin û pişkinîna teqemeniya ronîkirinê ya cûreyê DM-16 li depoyeke Fermandariya Komando ya Cendermeyan a Çakirsogutê teqîn çêbûye û piştî teqînê agir bi wê depoyê û derdora fermandariyê ketiye.
Walîyê Şirnexê eşkere kir ku di encama teqînê de 2 leşker ji destên xwe birîndar bûne û agirê ku di encama teqînê de derketibû jî piştî demeke kurt hatiye vemirandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin