Bombe bi karwana hevpeymaniya navdewletî de hat teqandin

Bombe bi karwana hevpeymaniya navdewletî de hat teqandin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 25ê Sibatê danê êvarê Êvara karwaneke hevpeymaniya navdewletî ya dijî DAIŞê li parêzgeha Babîl a Iraqê rastî êrîşekê hat.

Li gorî ragihandina medya Iraqê bombeyeke çandî ya li ser rêya Babîlê hatibû bicihkirin bi karwana kelûpelên lojîstîkî yên hevpeymaniya navdewletî de hat teqandin.

Li gorî zanyariyan di encama êrîşa bombeyî de, otomobîleke karmendên hevpemaniyê zirar dîtiye, lê kuştî û birîndar çênebûne.

Hêjayî gotinê ye, ev demek dirêj e êrîşên bi vî rengî bi ser karwanên hevpeymaniyê de pêk tên ku li gorî çavkaniyên hevpeymaniyê milîsên Îranî wan êrîşan dikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin