PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Kobanî bi serokên eşîrên Ereban re hevdîtin kiriye.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî (Ebdî) bi şandeke eşîrên Ereb re civiya.
Di derbarê hevdîtinê de di malpera fermî ya HSDê de hate ragihandin ku Mazlûm Kobanî pêşwaziya serokên êlên bajarên Eyn Îsa, Sirrîn û Girê Spî (Tel Abyad) kir.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, di hevdîtinê de geşedanên siyasî û leşkerî yên li Rojava û Sûriyeyê bi berfirehî hatin nirxandin û têkoşîna li dijî terorê wê bênavber dewam bike.
Ji aliyê din ve hat destnîşankirin ku li herêmên ku êlên Ereb lê dijîn, li ser xizmetên giştî nîqaş tê kirin.
Herwiha hat zanîn ku “Kobaniyê bi rêya şandê spasiya eşîrên Ereb kir ku piştgiriya Rêveberiya Xweser a Rojava kirine”.
Di malpera înternetê ya HSDê de dîmenê hevdîtinê hat parvekirin, derbarê cihê hevdîtinê de agahî nehat dayîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin