Kargeha herî pêsketî ya atomî li Îranê rastî êrîsekê hat

Kargeha herî pêsketî ya atomî li Îranê rastî êrîsekê hat

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 11ê Nîsanê li kargeha atomî ya meyandina ûranyomê ya Netenz a herî pêşketî li Îranê êrîşek hat kirin.

Berdevkê Saziya Enerjiya Atomî ya Îranê Bêhrûz Kemalwendî jî ragihand, di beşa dabeşkirina elektrîkê ya amûrên meyandina uranyomê ya kargeha atomî ya Netenzê de bûyerek qewimiye, lê ti ziyanên canî çênebûne.

Piştre jî Serokê Saziya Enerjiya Atomî ya Îranê Elî Ekber Salihî bûyer piştrast kir û da xuyakirin ku bûyera li Netenzê rû daye êrîşeke terorî ye. Salihî diyar kiriye ku mafê wan ê bersivdana kirdarên êrîşê parastiye.

Hêjayî bibîrxistinê ye, beriya vê bûyerê bi rojekê Îranê biryara zêdekirina dewlemendkirina bi qasî deh qat zêdetir ya ûranyomê li wê kargehê wergirtibû ku êrîş piştî bi rojekê pêk hatiye.

Hêj ti aliyekî bûyera li kargeha atomî ya Îranê li xwe negirtiye ku di medya Îranê de Îsraîl pê tê tohmetbarkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin