Lezgîn: PKK bi êrîsan bo têkdana ewlehiya Herêma Kurdistanê kar dike

Lezgîn: PKK bi êrîsan bo têkdana ewlehiya Herêma Kurdistanê kar dike

PeyamaKurd – Li ser êrîşa PKKê ya li ser Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê, Cîgirê Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê Serbest Lezgîn daxuayniyek belav kir û êrîş şermezar kir.

Serbest Lezgîn di derbarê tevger û êrîşa PKKê ya li ser Pêşmergeyên Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û da zanîn, êrîşa PKKê ya li ser Pêşmergeyên Kurdistanê îsbat dike, PKK ji bo têkdana asayîşa Herêma Kurdistanê kar dike.

Lezgîn destnîşan kir, bi van êrîşan rastiya PKKê derketiye holê ku ew ji bo têkdana asayiş û ewlehiya Herêma Kurdistanê kar dike.

Herwiha Serbest Lezgîn diyar kir, êrîşa PKKê ne li dijî Partiya Demokrat a Kurdistanê ye, li dijî hemû destkeftî, xebat û qurbanîdana xelkê Herêma Kurdistanê ye.

Cîgirê Wezîrê Pêşmerge destnîşan kir: “Êrîşên PKKê bo ser Pêşmerge û Herêma Kurdistanê bertekên cuda cuda û berfireh li pey xwe anîn, li ser vê mijarê Wezareta Derve ya Amerîkayê û Serokatiya Herêma Kurdistanê û Serokatiya Encûmena Wezîran û Parlementoya Kurdistanê û Parlementoya Iraqê, êrîşa PKKê bo ser hêzên Pêşmerge ya li Çemankê şermezar kirin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin