PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hikûmetên Îran û Iraqê li ser fermîkirina deriyê sînorî yê Seyranbendê li hev kirin.
Şandeke hikûmeta Kurdistanê bi serokatiya wekîlê wezareta navxwe ya Kurdistanê û şandeke hikûmeta Îranê bi serokatiya parêzgarê Sine serdana deriyê sînorîyê Seyranbendê ku dikeve navbera Pêncwên (Başûr) û Bane (Rojhilat) kirin.
Wekîlê wezareta navxwe ya Kurdistanê, Çeto Salih ragihand, hikûmetên Îran û Iraqê li ser fermîkirina deriyê Seyranbend li hev kirine ku ew jî xwe amade dikin di demek nêzîk de bi merasimeke fermî wê biryarê bixin pratîkê.
Çeto Salih da zanîn, deriyê sînorî yê Seyranbend heta niha tenê ji bo çalakiyên bazirganî bû, êdî ji vir û şûnde dê rêwî û tûrîst jî tê re derbas bibin.
Hêjayî gotinê ye, zêdetirî 20 salan e deriyê sînorî yê Seyranbend ê di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de hatiye vekirin, lê ji wê demê ve heta niha fermî nebûbû û tenê çalakiyên bazirganî tê de dihatin kirin.
Bi vekirina vî deriyê sînorî re hejmara deriyên fermî yên di navbera Îran û Herêma Kurdistanê de gihîşt çaran ku ew jî deriyên; Başmax, Perwîzxan, Hacî Omeran û Seyranbend in.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin