PeyamaKurd – Bi biryara Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî tevahiya baregehên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) yên piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an, hêzên girêdayî Hikûmeta Iraqê dest danîbûn ser, tên valakirin û radestî PDKê tên kirin.
Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an, dema hêzên Hikûmeta Iraqê girtin ser Kerkûkê, dest danîn ser tevahiya baregeh û avahiyên rêxistinên PDKê. PDKê jî li hember rewşa nû ya li Kerkûkê, tevahiya çalakiyên xwe li wê parêzgehê rawestand û ragihand, bi dîtina wan Kerkûk parêzgeheke “dagîrkirî” ye û heta ew rewş bi dawî nebe, ew ne amade ne ku vegerin Kerkûkê.
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, niha biryara valakirina tevahiya wan baregeh û avahiyên PDKê yên li Kerkûkê derxistiye û li gor biryarê, divê hêzên Hikûmeta Iraqê wan cihan vala bikin û radestî PDKê bikin.
Biryara Serokwezîrê Iraqê ji aliyê PDKê ve hat pêşwazîkirin û PDK biryarê weke qonaxa destpêkê ya asayîkirina rewşa Kerkûkê dibîne. PDKê heta niha biryar nedaye piştî valakirina baregehên wan ên li Kerkûkê, dê vegerin wê parêzgehê û dest bi karê siyasî û çalakiyên xwe bikin an na.
Li gor zanyariyan, fermana valakirina baregehên PDKê rastî bertek û nerazîbûna hejmarek ji aliyên Erebî û Tirkmanî yên Kerkûkê hatiye û dibêjin ev pêngav dê bibe sedema aloziyan.
Partiya Demokrata Kurdistanê piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an, ji 80 zêdetir baregehên emnî û rêxistinî li Kerkûkê vala kirin.
Herwiha li gor zanyariyan, Parêzgarê Bi Wekalet ê Kerkûkê Rakan Cibûrî jî ji biryara Mistefa Kazimî nerazî ye û bi nivîseke fermî ku ji ofîsa Serokwezîr re şandiye, daxwaza hilweşandina wê biryarê kiriye. Li gor wan zanyariyan, Cibûrî di vê nivîsa fermî de nivîsiye: “Di wan baregehan de tawan hatine kirin û nabe radestî PDKê bên kirin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin