Heyeta Ûkrayna dereng ma û hevdîtin ma sibê

Heyeta Ûkrayna dereng ma û hevdîtin ma sibê

PeyamaKurd – Bi sedema heyeta Ûkraynayê dereng ma, hevdîtina cara duyê ya navbera Rûsya û Ûkraynayê ma sibê. Hat ragihandin ku heyeta Rûsyayê xwe gihandiye ciyê hevdîtinê ya herêma Brestê bajarê Belovezhskaya Pushchayê lê heyeta Ûkraynayê ji Kîevê derketiye rê û dikare sibê xwe bigihîne Belarûsê.

Asayîşa heyetan ji aliyê hêzên Belarûsê de tê temînkirin. Li gor ragihandina Putin; ji bo karibin ji Ûkraynayê derên ewlehiya heyetê ji aliyê artêşa Rûsyayê ya li Ûkraynayê de tê temînkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin