PeyamaKurd- Ji laiyê Saziya Bijîşkiya Dadî ya Îranê ve sedema mirina keça Kurd a Rojhilatî Jîna Emînî hat ragihandin. Di raporta ku ji aliyê saziyê ve hat ragihandin de hat diyarkirin ku sedema mirina Emînî, ne ji ber êşkenceyê bûye.
Sedema mirina Jîna Emînî ku li gorî nûçeyên cîhanî jî ji ber êşkenceya Polîsên Exlaqê yên Îranê can dabû, bi awayekî cuda hat eşkerekirin.
Di raporta Saziya Bijîşkî de hat ragihandin ku ‘Jîna, ji ber nexweşîneke kevn canê we ji dest daye.’ Li gorî raportê tê amajekirin ku Jîna Emînî di 8 saliya xwe de neştergeriya derxistina girêkek ji mejiyî derbas kiriye û dibe ku sedema mirina wê, ji ber vê nexweşîna wê ya kevin be.
Li ser agahiya mirina Jîna Emînî, dayîka wê Mujgan Emînî di 16ê Îlonê de ji bo çapemeniya Îranê re ragihandibû ku keça wê li nexweşxaneyê ji ber giraniya birîna xwe can daye. Piştî belavbûna vê agahiyê jî li gelek bajarên Îranê xwepêşandan û nerazîbûn dest pê kirin û hîn jî berdewam dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin