Mafê parastina parlementeriyê ya bo Tuma Çelik rakirin

Mafê parastina parlementeriyê ya bo Tuma Çelik rakirin

PeyamaKurd – Li ser giliyê jineka ku di derbarê parlementerê Mêrdînê yê serbixwe Tuma Çelik de gotibû dest avêtine wê, partiya wî ya ku parlementerê wê bû HDP ê wî sewqî heyeta dîsîplînê kiribû lê Tuma Çelik bo partiya wî zerarê nebîne, îstîfa kiribû.

Komîsyona meclisa Tirkiyê ya Dadê û Destûra Esasî di civîna xwe ya di derbarê Tuma Çelik de civîn kiribû û biryara rakirina parastina parlementeriyê jê sitendibû. Niha ew biryar gihaye Meclisa Tirkiyê û îro li ser Tuma Çelik deng dan. Piraniya parlementoyê qebûl kir ku mafê parastina perlementeriyê jê bistînin û niha ew maf di dest de nema.

Piştî dengdana di meclisa Tirkiyê de, ji niha û pê de wê dadgeh karibe îfadê Çelik bistîne, darizîne û ceza bidê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin