PeyamaKurd - Artêşa Îsraîlê ragihand ku hêzên wan ji destpêka şerê Xezzeyê ve zêdetirî 50 xalên Hizbullah a Lubnanê di nav Sûriyeyê kirine armanc.
Berdevkê artêşa Îsraîlê Daniel Hagari got ku artêşa Îsraîlê girîngî daye bersiva êrîşên Hizbullah a Lubnanê ku piştgiriya Hemasê dike.
Hêjayî bibîrxistinê ye, Îsraîlê di sala 2023ylan de, 76 dever li ser xaka Sûriyeyê kiribû armanc û di encamê de 152 leşkerên ji hêzên Sûriyê û komên girêdayî Îranê hatibûn kuştin û 154 jî birîndar bûbûn. Li gorî SOHR, ji destpêka îsal ve 21 leşkerên Sûriyê û endamên girêdayî Îranê di êrîşên Îsraîlê de hatine kuştin û 7 jî birîndar bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin