Li Qarqamîsê xortê ket ava Firatê tê de fetisî

Li Qarqamîsê xortê ket ava Firatê tê de fetisî

PeyamaKurd – Li bajarê Dîlokê (Entabê) li navça Qarqamîşê (Karkamış) xortê bi navê Ahmet Kurt (14) ket ava Firatê da xwe hînik bike lê piştî hinek di avê de çû, wendabû. Tîmên rizgarkirinê piştî xebata bi 2 seetan bedena wî ya bi giyan ji avê derxistin.

Bûyer, piştî nîvro rû da. Li ser agahdarkirina tîmên AFAD û cendirmeyan çûn ciyê bûyerê. Ji bo otopsiyê cenazê Ahmet Kurt birin morga Tib a Edlî.

Tîmên cendirmeyan li ser bûyerê lêpirsînê dabûn destpêkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin