PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ku ji bo beşdariya li Lûtkeya Cîhanî ya Keşûhewayê COP28 li Dubey ye, bi Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Navxwe yê Îmaratê Şêx Seyf Bin Zayid Al Nehiyan re civiya.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî, bi sedema hatina Roja Niştimanî ya Îmaratê jî pîrozbahî li serkirdayetî û gelê Îmaratê kir û spasiya Îmaratê kir, ji bo piştevaniya berdewam a ji Herêma Kurdistanê re.
Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Navxwe yê Îmaratê bal kişand ser pêwendiya taybet a di navbera Herêma Kurdistanê û Îmaratê de û girîngiya pêgeha Herêma Kurdistanê wek nimûneyeke geş li Iraq û herêmê anî ziman.
Di hevdîtinê de, pêşhatên dawî yên li Iraqê û pêşxistina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Îmaratê di warên cuda de hatin gotûbêjkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin