PeyamaKurd – Li navçeya Bazidê ya bajarê Agirî yê Bakurê Kurdistanê, li nêzîkî Qesra Îshaq Paşa, Keleha Ûrartûyan û Mizgefta Kevn ên dîrokî agir derket ku di wê şewatê de 5 hezar balye gurzên giya şewitîn.
Li gorî zanyariyan, agir ji ber firandina baloneke miradan a daxwaza zewacê li Qesra Îshaq Paşa derketiye.
Balon ji ber bayê zêde, li ber maleke nêzîkî Qesra Îshaq Paşa ketiye û şewatê dest pê kiriye.
Hat diyarkirin ku agir di nav 2 saetan de, bi hawarhatina agirkujan hatiye vemirandin û 5 hezar balye gurzên giya jî şewitîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin