PeyamaKurd – Wezîrê bergiriyê yê Rûsyayê Sergey Şoygu li ser tevgerên Rûsyayê yên li Sûriyê ragihand ku heya niha zêdetirê 320 cûre sîlihan li Sûriyê ceribandine. Şoygu axaftina xwe li fabrîka helîkopteran ya bi navê Rostvertola li bajarê Rostov-na Donu yê kir.
Şoygu ragihand ku helîkopterekî xwe di encama operasyonên li Sûriyê de bipêş xistine û bo alavên leşkerî yên teknîkî bixin garantiye, pêdiviya wan bi sîstema parastina menzîldirêj heye û ew sîstem li Rûsyayê heye.
Şoygu got ku bi xêra operasyonên li Sûriyê bûne xwediyê van cûre sîlihan û dewam kir:
“Di wexta operasyonan de, helikopter jî di nav de me zêdetirê 320 cûre sîlih ceriband. Di nav sîlihên nûjen û techîzatên artêşa Rûsyayê de para wan %70 ye û ev nisbet di nav temamê artêşên dinyayê de ya herî zêde ye.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin