PeyamaKurd – Hat ragihandin ku 11 termên terorîstên DAIŞê li Diyala û Xaneqînê hatine dîtin.
Li gorî nûçeya BasNewsê Berpirsê PDKê yê li nehiya Gulele ya Xaneqînê, Mehmûd Delo îro danê sibê 6 kuştiyên DAIŞê di navbera bajarê Xaneqîn û nehiya Şêx Bawe de hatine dîtin ku ew terorîstên DAIŞê di encama bordûmana şeva borî ya êrîşa balafirên Iraqê de hatine kuştin.
Heriwiha efserekî polîsê Diyale yê bi navê Elî Heyder jî daye xuyakirin ku li nêzîkî bajarokê Şareban jî 5 kuştiyên DAIŞê hatine dîtin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin