PeyamaKurd – Kamyoneta ku 4 kes tê de bûn li kenarê bendava Ataturk rawestiya û ajotvan jibîr kir ku frêna kamyonetê bikşîne da kamyonet hereket neke. Lê dema ji kamyonetê dûr bû, kamyonet bi 4 kesên di nav de hereket kir û çû ket nav ava bendava Ataturkê ya Semsûrê (Adıyaman).
4 kesên di kamyonetê de, ji ber avjeniyê baş dizanibûn, bi avjeniyê ji ava bendavê derketin. Her 4 kesên rizgar bûn, ji aliyê tîmên tenduristiyê de hatin birin ji bo nexweşxana Semsûrê ya perwerdê û lêkolînê ji bo kontrolê.
Rewşa her çar kesan jî başe û ti pirsgirêka wan ya tenduristiyê tineye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin