PeyamaKurd- Li Tirkiyê li bajarê Manisayê li navçeya Turgutluyê polîs kesekî sûcdar girtibûn û wî birin nexweşxanê da doktor wî muayene bike. Li nexweşxanê 15 kes hatin û xwestin ku wî sûcdarî birevînin. Kesê sûcdar bi xwe ji zîndanê reviyaye û firariyê zîndanê ye.
Di dema girtî ji nexweşxanê deridixin da wî bibin zîndanê, 15 kes pêşiya wan dibirin û dixwazin wî birevînin. Kesê ku birine nexweşxanê ji destê polîs bazdide û diçe da li erebeya ku li benda wî ye, da siwar bibe. Tîma polîs nehişt mirovî girtî xelas bibe û bi demançê lê da. Girtî jiyana xwe ji dest da. Guleyên ku ji demançê derketin li camên nexweşxanê ketin.
15 kesên ku avêtin pêşiya polîsan, bi xebata tîmên polîsan hatin girtin û bo îfadeyên wan bigrin, wan birin bo baregeha asayîşa navçeya Turgutlu ya Manîsayê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin