PeyamaKurd – Wezîrê karên hundir yê Tirkiyê Suleyman Soylu di axaftina li ser operasyona Garê de di meclisa Tirkiyê de ragihandibû ku perlementereka jin ya HDP ê çûye Garê û navê wê nedabû.
Piştî çend rojan wezîr Suleyman Soylu di televizyona A Haberê de pirsên rojnamevanan bersivand û behsa navê parlementera ku çûbû Garê da û weha got:
“Kesekî di sala 2017 an de tevlî PKK ê bûye hat teslîmê me bû. Tirsa PKKê ew mulakatên ku em bi wan re dikin. Ew kes di sala 2017an de tê Nisêbîn û Kızıltepe. Di ser medya civakî de yekî nas dike û diçe nav PKK ê. Jimara telefonekî didinê. Jimare ya parlementera berê ya HDP ê ya Hatice Kocaman e. Bi Kocaman re hevdîtin dike. Diçe Garê û li wê derê perwerde dibe. Paşî jê re dibêjin ku dê ji Garê herin Mexmûrê.
Ji Garê bi hevre li erebê siwar dibin. Ya ku pêre diçe parlementera HDP ê ya Agiriyê Dirayet Dilan Taşdemir e. Wê pê didin naskirin û dibêjin ku ev parlementera HDP ê Taşdemir e.”
Li gor axaftinên Suleyman Soylu dibêje ku ev bûyer nûye û parlementerên din jî hene yên ku berê çûne Garê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin