“Pêsbîniya me ew e PDK 41-44 kursiyan mîsoger dike”

“Pêsbîniya me ew e PDK 41-44 kursiyan mîsoger dike”

PeyamaKurd - Berpirsê Dezgeha Hilbijartinê yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ragihand, ku %80yê dengên wan eşkere bûye û PDK 570 hezar deng distîne, ku ev dike %45ê wan dengan.

Berpirsê Dezgeha Hilbijartinê yê PDKê Xesro Goran di civîneke rojnamegeriyê de ragihand: “Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) %80 dengan eşkere kiriye û %20ê dengan maye. Heya niha 225 binke maye, ku bi yekalî vebibe û li gorî vê rêjeyê jî me 570 hezar deng stendine, ku ev yek jî dike %45ê wan dengan.

Xesro Goran diyar, kir ku ew kêfxweş in û ev yek ji bo PDKê serkevtineke mezin e û herwiha ew hêvî dikin, ku ev rêje berbi jor ve biçe, ji ber ku PDKê ji bo başkirina Kurdistanê û avedanê wê hewl da.

Berpirsê PDKyî di berdewamiya axavtina xwe de wiha got: “Ev ne amarên dawiyê ne û hêj %20ê dengan li her 4 parêzgehan maye. Ne diyar e, ku deng bi kîjan aliyê ve diçin û bêguman encam diguherin. Li gorî pêşbiniya me, PDK 41-44 kursiyan mîsoger dike.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin