PeyamaKurd – Serokê Buroya Siyasî ya Hamasê Îsmaîl Heniyye di rêya vîdeoyê de li hemberê fermana Îsraîlê ya ku Xezzayê terkbikin derket û got:
“Xelkê Xezzayê koka xwe berdaye axa Xezzayê. Bi axa xwe ve girêdayiye. Wê terka axa xwe neke û koç neke. Wê koç nekin Misrê. Ez ji bo birayên xwe yên Misrê weha dibêjim: Birayara me ew e em li ser axa xwe bimînin. Wê ji Xezzayê bo Misrê koç nebe.
Hamas zarok û extiyaran nekiriye hedefa xwe. Bila li Xezzayê çalakiyên destekê zêdetir bikin. Heya dewleta me ava bibe, heya esîr û muqedesatên me azad bibin, heya xelkê me yê ji ser axa xwe derketiye dagerin ser axa xwe, wê têkoşîna me dewam bike.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin