PeyamaKurd - Jêderên Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihandin ku ji bo peydakirina parçeyên frokeyên F-16 ji DYAyê peyman hatin îmzekirin û xebatên li ser hûrgiliyan didomin.
Firotina frokeyên şer ên F-16 ku Tirkiye 32 meh in li benda wê bû, bi dawî bû. Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku aliyan peyman îmze kirin.
Li gorî agahiyên piştî daxuyaniya çapemeniyê ya heftane ya Wezareta Parastinê yên ku li rojnamevanan hatin belavkirin; "Danûstandinên navbera şandeyên hilberînerê Amerîkî Lockheed Martin, rayedarên Washington û Enqereyê didomin.
Di daxuyaniya di derbarê geşedanên pêvajoya frotanê de hate dayîn hate gotin ku “peyman hatine îmzekirin û lêkolînên li ser hûrgiliyan bi hevdîtinên dualî yên di navbera şandeyan de didomin. Encamên piştî biryarên ku wê di derbarê hûrgiliyan de bên girtin, wê bi raya giştî re bêne parvekirin."
DYA: Gaveke gring hate avêtin
Wezareta Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hefteya borî ragihandibû ku di pêvajoya firotinê de “gaveke girîng hatiye avêtin”.
Di daxuyaniya li ser hesabên medyaya civakî yên Wezareta Derva ya DYAyê de wiha hate gotin: “DYA bi serbilindî radigihîne ku îro ji bo krîna frokeyên şer ên herî pêşketî yên F-16 Block-70 yên ku heta niha hatine hilberandin ya Tirkiyeyê, gaveke gring a pêşdebirinê ku tenê ji hevalbend û hevkarên herî nêzîk re têne pêşkêşkirin hatiye avêtin." "Ew vê yekê hîs dike.” Lê belê di derbarê detayên ‘gava gring’ de tu agahî nehatin dayîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin