Norwêc Îrlanda û Spanya wê Filistînê wek dewlet binasin

Norwêc Îrlanda û Spanya wê Filistînê wek dewlet binasin

PeyamaKurd - Hikûmetên Norwêc, Îrlanda û Spanyayê ragihandin ku ew ê Filistînê weke dewlet nas bikin.

Serokwezîrê Norwêcê Jonas Gahr Store destnîşan kir ku şerê li Xezzeyê didome pir aşkere dide xuyakirin ku pêkanîna aştî û aramiyê bi çareseriya pirsgirêka Filistînê ve girêdayî be.

Serokwezîrê Norwêcê Store di axaftina xwe de diyar kir ku armanc ew e ku dewleteke bi yekparebûna siyasî ya ku ji desthilatdariya Filistînê derketiye pêk bê û got: “Çareseriya du dewletî, wê bi kêrî Îsraîlê jî bê.

Harris: Yekane rêya rasteqîn du dewletî ye

Piştî Norwêcê, hikûmetên Îrlanda û Îspanya jî ragihandin ku ew ê Filistînê bi fermî weke dewlet nas bikin.

Serokwezîrê Îrlandayê Simon Harris jî got ku çareseriya du dewletan “yekane rêya rasteqîn” a aştiyê ye.

Harris bi bîr xist ku 143 welatan di destpêka vê mehê de li Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY), ji bo ji nû ve nirxandina endamtiya Filistînê ya NY û ji Filistînê re arastekirina hêz û rayeyên berfirehtir deng dan û wiha got: “Aştiya mayînde tenê li ser hîmê azadîyê pêkan e.”

Harris wiha got: "Fîlîstînî li Xezzeyê êş û azarên mezin dijîn û di bin xeteriya birçîbûna giran de ne. Felaketeke mirovî ya rasteqîn ku ji aliyê gelek kesan ve nayê xeyalkirin dijîn.”

Spanya jî beşdar bû

Serokwezîrê Îspanyayê Pedro Sanchez jî di derbarê mijarê de balê kêşa ser çareseriya du dewletan û wiha got: “Em ê ji ber gelek sedeman Filistînê nas bikin û em dikarin vê yekê bi sê peyvan kurt bikin: aştî, dadwerî û hevgirtin.”

Sanchez diyar kir ku ev ne biryareke li dijî Îsraîl û cihûyan e û wiha got, “Ev ne li gorî berjewendiyên Hamasê ye. Ev naskirin ne biryareke li dijî kesî ye, biryara aştî û jiyana hevpar e.”

Tê payîn ku biryara her sê welatan di 28ê Gulanê de bikeve meriyetê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin