Xebata li ser zimanê Kurdî destpêkir

Xebata li ser zimanê Kurdî destpêkir

PeyamaKurd- Civîna xebata tora ziman û çandan bi sedema ku nexşeyekî ji xebata xwe re deynin, li Diyarbekirê destpêkir û dê 2 roj dewam bike. Di nav xebatê de di serî de zimanê Kurdî û zimanên dinan bo wenda nebin, xebat têkirin ku di nav wan de nivîskar, akademisyen, perwerdekar, weşanger, karsaz, rêxistinên jinan hene û jimara beşdarvanan li dora 300 kesiye.

Civîn bi axaftina zimanzan Zana Farqînî destpêkir. Farqînî got ku herkes ji halê ku ziman û wêjeya Kurdî di nav de ye aciz e. Di vê mijarê de ji niha û pêde gavên ku bên avêtin, mijara civîna wan e. Farqînî weha dewam kir:

“Ji niha û pê de bo me, ji tesbîtan zêdetir gavên ku bên avêtin û di jiyanê de bên jiyandin girîng in. Ev mijar ne tenha mijara kesên ku niha li vê derê amade ne eleqedar dike lê temamê Kurdan eleqedar dike. Em hêjî nikarin çanda xwe û zimanê xwe li ser piya bihêlin. Em nikarin wê çand û zimanê ku me ji dê û bavên xwe girtiye, bidin nesla pêşiya me.”

Zana Farqînî got ku wan 12 grûban çêkirine û van grûban dê di nav xwe de minaqeşa mijarê bike û bo wan raporên xwe amade bikin. Ev rapor wê bibin nexşerêya vê xebatê.

Cewahir Sadak jî axaftinekê kir û di axaftina xwe de ragihand ku divê ziman zindî bê parastin û çanda xwe bijîn. Sadak got ku bo perwerdê pêdiviya ziman bi standardizasyonê heye û van pirsgirêkan ne ya vê civînê lê ya temamê civakê ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin