PeyamaKurd- Li gorî nûçeya kanala 12 ya televîzyona Îsraîlê , Sekreterê Taybet ê Netanyahu Yossi Shelley di hevdîtina bi hevkarên xwe re got ku ji ber bûyerên 7ê Cotmehê ne ku Netanyahu, divê fermandariya artêşê were sûcdarkirin.
Li gorî nûçeyê Shelley got, "Serfermandariya artêşê sûcdar bikin, ne Netanyahu. Sererkanê Giştî, tevgera protestoyê ya li dijî hikûmetê, rêberên berê yên saziya ewlehiyê ku êrîşî me kirin, yên ku divê bên sûcdarkirin ev in.
Li gorî nûçeyê, di dema ku gelek endamên tîma Netanyahû bi vê nêrînê razî bûn, hat destnîşankirin ku piştî bidawîbûna şerê li Şerîda Xezayê, dibe ku artêşê tawanbar bikin.
Lê belê, di daxuyaniyekê de ji Kanal 12 re ofîsa Shelley ev îdia red kir û destnîşan kir ku ew nûçe zincîrek derew in û sekreterê taybet mijûlî rêkirina welat ber bi serkeftinê bû, ne li sûcdaran geriya û ne jî daxuyaniyên siyasî da.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin