PeyamaKurd – Avahîsazê Ronesans Rezidans a li bajarê Hatayê ku di erdhejê de hilweşiyaye, îro 10ê Sibatê dema ku dixwest bireve derveyî welat li balafirgehê hat desteser kirin.
Hat ragihandin di demeke ku hîn xebatên rizgarkirinê berdewam dikin, avahîsazê avahiya bi navê Ronesans Rezidans Mehmet Yaşar Coşkun ku 250 daîreyên wî di wê avahiya 12 qatî de hene, xwest bireve derveyî welat.
Coşkun dema ku dixwest ji ser Stenbolê bireve derveyî welat li balafirgehê hat desteserkirin.
Avahiya Ronesans a li bajarê Hatayê, ji 12 qatan pêk dihat û di erdhejên navenda wan Mereş e de, zêdetirî hezar kes di bin kavilên wê de mane û hîn jî xebatên rizgarkirinê bidawî nebûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin