PeyamaKurd- Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan, di Civîna Esnafên Tirkiyeyê ya Rû bi Rû ya li Kongreya ATO de axivî. Erdogan, di axaftina xwe de bal kişand ser hilbijartinên Tirkiyeyê ku dê îsal bên kirin û nirxandina hevpeymaniya opozîsyona Tirkiyeyê kir.
Erdogan, di axaftina xwe de li ser girîngiya siyasetê û rêvebirina welêt axivî û got,
"Di hilbijartinên serokomariyê de namzed derketin pêşberî me, bi xêra miletê xwe, me pêşengî kir. Namzedekî ku 4-5 mehan di hilbijartinê de cih bigire tuneye. Lê em mafên wan nexwin. Maseyek danîne û 6 kes li dorê civiyane; 1 jî heye, xuya nake û hema li hev kom dibin.
Gel li bendê ye ku namzetan destnîşan bikin da ku pêşbirkek baş dest pê bike. Di dema ku her kes li benda namzetekî bû, biryar hat dayîn ku 6 kes ji maseyê derkevin û welêt bi rê ve bibin. 6 keştîvan, dê keştiyekê noq bikin. Keştiyek bi keştîvanekê diçe. 2 ajovan, dê maşînê biqelêbin. Ev kes dibêjin em ê bi 6 kesan welêt bi rê ve bibin. Bi gotina pergala parlamenteriyê, pergaleke ku mînaka wê li cîhanê tuneye, damezirandine.”
Erdogan di berdewamiya axavtina xwe de got,
“Li welatê me, ji bo ku bibe Serokomar divê herî kêm kesek ji 2 kesan deng bidest bixe. Serokê ku ji aliyê wan ve hatiye hilbijartin, dê li ser maseyê ji 6 kesan berpirsiyar be, ne ji 2 kesan. Du têgeh gelek girîng in: bawerî û îstiqrar.
Çima milet kesekî ku bi vîna xwe nikaribe biryarê bide, wekî serokomar tayîn bike? Gel dê dengê xwe bide, dê qeyûm welêt bi rê ve bibe. Ji bo defekê, dê 6 gopal bên bikaranîn.
Gelo di vê modelê de dê vîna serokomarê ku hatiye hilbijartin, ji qijikrevînê ku xelkê me yê Anatolyayê datanîn nav zeviya xwe, çiqas zêdetir be. Xelk li serokomarekî ku welêt bi rê ve bibe digere, ev ketine peyî 6 kesên ku serokomar bi rê ve bibin. Ev Milet dê vê lîstikê serobino bike.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin