PeyamaKurd – Leystikvanê rêzefîlma sinamayê yê Îngîlîz Adrian Schiller di temenê 60 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Menajerê wî Amanda Evans mirina leytikvan “ji nîşka de” û “nebendeyî” bi nav kir. Evans ji bo CNNê got:
“Adrian Schiller di 3 yê Nîsanê roja Çarşemê wefat kir û em bi dilekî xemgîn radigihînin. Gelek zû çû, em û malbat û dost û hevalên wî gelek xemgîn bûn.”
Leystikvan di rêzefîlma ku di “Netflix”ê dihat weşandin ya bi navê "The Last Kingdom" de rola "Aethelhelm" dileyîst. Di fîlmên bi navên Masterpiece, Raised by Wolves, The Danish Girl, Bright Star û Beauty and Beast de û di sala 2015an de bi leystikvan Meryl Streep re di fîlma “Suffragette” rol girtibû.
Di sala borî de di “Şanoya Marylebone” de di leystika “The White Factory” de leyîstibû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin