PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro Yekşemê 12ê Kanûna 2021ê pêşwazî li Patriyarkê Dêra Kildanî li Iraq û Cîhanê Kardînal Lewîs Sako kir.
Piştî civînê hat ragihandin, di hevîdîtina ku Metran Beşar Werde amade bû de, rewşa siyasî û dawî pêşhatên Iraqê hatin guftûgokirin û Patriyerkê Dêra Kildanî li Iraq û Cîhanê daxwaz kir ku Serok Barzanî rola xwe ji bo nêzîkkirina aliyên Iraqî û bicihbûna aramiyê li Iraqê bigire.
Di civînê de, rewşa Kirîstiyanan li Iraq û Herêma Kurdistanê hatin guftûgokirin û tekezî li kûrkirina çanda pêkvejiyan û birayetiyê di navbera pêkhateyan de hate kirin.

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin