PeyamaKurd – Berdevkê Pentagonê Tûxgeneral Patrick Ryder ragihand ku wê ji bo bikaranîna Patriotan ya li Ûkraynayê, hefteya pêşiya me perwerda bikaranîna Patriotan wê li baregeha Oklahoma ya Fort Sill de destpêbike. Berdevkê Pentagonê di civîna rojane ya çapemeniyê de weha got:
“ Wê perwerda sîstema parastina hewayî ya Patriotan ya hêzên Ûkraynayê hefteya pêşiya me li Fort Sill ê dest pêbike. Wê di navbera 90 an 100 kes tevlî perwerdê bibin. Perwerde wê li ser xebata Patriotan, tamîra adetî û dewama wan be.
Dema Patriot bikevin seha şer, wê destekê bide bergiriya Ukraynayê û wê şiyanê bide berxwedana li hemberê êrîşên Rûsyayê û karibin bêhtir xwe biparêzin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin