NY: Di hevdîtinên Dohayê de lihev bikin.

NY: Di hevdîtinên Dohayê de lihev bikin.

PeyamaKurd – Neteweyên Yekgirtî ragihand ku li Kabîlê di navbera Talîbanê û hêzên hukumetê de şer derê, dê encama wê bibe felaket û bang kir ku di hevdîtinên Dohayê de her dû teref lihev bikin.

Berdevkê sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgitî Dujarric di civîna çapemeniyê de got ku ew rewşa li Afxanistanê ji nêzde dişopînin û ji dahatûya sîvîlan endîşe dikin.

Berdevk got eger şer li bajarekî mezin yê weka Kabîlê bibe dê encam felaket be û Dujarric weha got:

“Hevdîtinên li Dohayê yên vê hefteyê yên di navbera Talîban û Afxanistanê û bi tevlîbûna nûnerên herêmî û navdewletî dibin, em hêvî dikin ku bigihên çareseriyê.”

Dujarric got ku ew amade ne destekê bidin muzakereyan û alîkariya Afxaniyên yên ku pêdiviya wan bi destekê hene, alîkariya wan bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin