PeyamaKurd - Hat ragihandin ku dewleta Danimarkayê 3 kes bi tawanê endamtiya rêxistina El Ehwaziyeyê ku komeke muxalifê Îranê ye hatine girtin.
Polîsê Danimarkayê ragihand ku 3 kes bi tawanê endamtiya rêxistina El Ehwaziyeyê ku li dijî Îranê şerê çekdarî dimeşîne hatine girtin û bi daxwaza mehkûmkirinê şandine mehkemeyê.
El Ehwaziye, li rojavayê başûrê Îranê ji bo heqê Erebên vê herêmê mucadeleyê dimeşîne û piraniya endamên wê li welatên Îskandinavyayê û Ingîltereyê ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin