Hilberîna neftê dê were kêmkirin

Hilberîna neftê dê were kêmkirin

PeyamaKurd  - Di civîna derasayî ya wezîrên welatên OPECê de biryar hat dayîn ku hilberîna neftê were kêmkirin.

Rêxistina Welatên ku Neftê Îxrac dikin (OPEC) û hin welatên din ên li dervêyî rêxistina OPECê biryar dan ku hilberînên xwe yên nefta xam kêm bikin.

OPEC, bi pêşengiya Erebistan Siûdî û bi rêya telekonferansê civîna xwe ya 9emîn a derasyî li dar xist û li gorî biryara civînê, ji 1ê Gulanê û heya 30ê Hezîranê dê hilberîna nefte 10 milyon varil were kêmkirin.

Li gorî biryarê, endamên OPECê dê 10ê Hezîranê dîsa bi rêya telekonferansê bicivin û rewşa petrolyê navdewletî binirxînin. Hingî wê biryar were dayîn bê wê ev rêkeftin were dirêjkirin yan na.

Hêjayî gotinê ye ku, ji ber tevdîrên koronavirusê ji berê kêmtir wesayît têne bikaranîn û ev jî dike ku kêmtir hewcedarî bi kirîna neft û benzîn çêbibe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin