PeyamaKurd- Bi sedema koronavîrus belav nebe, li welatê Hindistanê qedexeya derketina derve bo 21 rojan ragihand. Nûfûsa Hindistanê gelek qelebalixe û nêzî 1 mîlyar û 500 mîlyon e. Serokwezîrê Hindistanê Modi, bo xelkê Hindistanê axifî û weha got:
“Dema em li rewşa niha dinêrin, xwepêçana netewî wê 21 roj be an ku 3 hefte. Bo em Hindistanê rizgar bikin, divê her hemwelatî siet ji 00.00 û pê de dernekeve derve û derketina derve qedexe ye. Her gund û navçe di bin îzalasyoneka tund de ye.”
Modi roja yekşemê jî bo welatiyên xwe sînorekî danî bû ku ji 07.00 ê sibê heya 21.00 ê êvarê qedexeya derketina derve ragihandibû. Modi got kesê bi koronavîrusê bikeve, di serî de gelek normal xuya dike lê paşî xwe nîşan dide û weha dewam kir:
“Bo wê jî li pey tedbîran herin û li malên xwe bimînin. Eger em di 21 rojên pêşiya me de, em bi vîrusê re sernekevin, em ê 21 sal bi paşde bikevin.”
Li gor rêjeyên wezareta saxlemiyê ya Hindistanê heya niha 10 kes mirine,519 kes bi vîrusê ketine û 40 nexweş baş bûn û çûn malên xwe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin