PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 13ê Cotmehê roja Pêncşemê pêşwazî li Rêveberê Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Tilyakê û Tawanan (UNODC) ya li Iraqê Elî Farûq El Berîr kir.
Hat ragihandin ku di civînê de, pêşvebirina hevkarî û hevahengiya navbera Herêma Kurdistanê û Neteweyên Yekbûyî bi taybetî ji bo têkoşîna li dijî tawanên rêkxistî û madeyên hişber û bazirganîkirina wan, hat gotûbêjkirin.
Herwiha hebûna plana Herêma Kurdistanê ji bo mafên mirovan bilind hat nirxandin, ku beşek ji çaksaziyên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye di warê bihêzkirina bingehên azadî, demokrasî û parastina mafên mirovan de.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin