Reîsî: Em nabin aliyê ku ser bide destpêkirin!

Reîsî: Em nabin aliyê ku ser bide destpêkirin!

PeyamaKurd – Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, li ser gefên Amerîkayê yên piştî êrîşa milîsan bi ser baregeha Urdinê de, daxuyanî dan û got, ew ê nebin aliyê ku şer bide destpêkirin.

Reîsî di gotara xwe ya banga netewî ya li eyaleta Hurmuzgan a Kendava Besrayê de, wiha axivî: “Emê nebin aliyê ku şer bide destpêkirin, lê belê heger hêzek hewla zorbetiyê ji bo Îranê bide, wek Îran emê bi awayekî ku poşman bibin bersiva wan bidin.”

Herwiha Reîsî diyar kir ku zimanê gefê encamê nade û ew êdî li şûna gotinê, ‘bijardeya leşkerî li ser maseyê ye’ gotinên, ‘Em bi Îranê re şer naxwazin’ dibihîzin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin