PeyamaKurd – Hat ragihandin ku dîplomatekî Sûdanî ji weşana Sûdan Tribune re daye xuyakirin ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, pêşniyar kiriye lîderên leşkerî yên Sûdanê muzakereyên aştiyê li Tirkiyeyê bikin.
Li gorî îdiaya dîplomatê Sûdanî, ji bo hevdîtinên bidawîkirina şerê navbera artêşa Sûdanê û hêzên piştevaniya bilez (RSF) ku 9 roj in li paytext Xertûm û hin herêmên din dewam dike, Erdogan pêşniyar kiriye ku li Tirkiyeyê bicivin.
Wî rayedarê dîplomatîk diyar kiriye ku di nav du rojên dawî de, Erdogan bi Al-Burhan û Hemettî re bi rêya telefonê axiviye û daxwaza navbeynkariyê bo bidawîkirina şerê herdu aliyan gihandiye wan.
Herwiha dîplomatê Sûdanî gotiye, Erdogan misogerî daye Fermandarê RSFê ku li Enqereyê hevdîtinên bo muzakereyê bêne kirin.
Lê belê heta niha helwesta herdu serokên leşkerî yên Sûdanê li ser vê pêşniyara Tirkiyeyê diyar nebûye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin