Mesrûr Barzanî: Em xwedî axeke dewlemend in em dikarin zêdetir sûd ji vê axê werbigrin

Mesrûr Barzanî: Em xwedî axeke dewlemend in em dikarin zêdetir sûd ji vê axê werbigrin

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro hejmarek saylo û kargehên projeya bazarkirina genimê cotkaran li parêzgeha Hewlêrê vekir û gotarek pêşkêş kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di gotara xwe ya di merasîma vekirinê de diyar kir, di nav demeke ji salekê kêmtir de, ev proje gihîşt encamê, ku hejmarek saylo û kargeh li xwe digre.

Mesrûr Barzanî da zanîn: “Beriya kêmtirî salekê, kevirê bingehê yê projeya bazarkirina berhemên cotkarên me li vir hate danîn, bi spasî ve kompaniya Xoşnaw dest bi vê projeya mezin a stratejîk kir.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê eşkere kir: “Bi rastî cihê destxweşiyê ye û dilê mirov xweş dibe ku mirov dibîne soz bi cih tên û encamên projeyan derdikevin û hemû jî di xizmeta xelkê Kurdistanê de dikevin kar.”

Barzanî diyar kir: “Ev projeya stratejîk alîkareke yekcar a mezin e ji bo dabînkirina asayîşa xurekê li Herêma Kurdistanê, şiyana wergirtina berhemên cotkaran heye, beriya niha jî me got; êdî nabe cotkar bikevin xema firotina berhemên xwe, ev yek ji wan projeyan e û parêzgehên din jî projeyên bi vî rengî di warê cîbicîkirinê de ne, destpê kirine û em hêvîdar in ew jî demildest temam bibin û bikevin xizmeta cotkarên me, em ji Xwedayê mezin jî daxwaz dikin, berhemên cotkarên me zêde bike û xêr û bereketê bibexşîne.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî da zanîn: “Projeyên wiha yên wek saylo û embar û ji gelek kargehan pêk hatiye, dikare berhemên cotkaran ên genim û dan bikin xurek û careke din vegerîne bazarê û bigihîne welatiyên xoşewîst. Ev yek dikare derfeta kar ji bo gelek warên din ên wek bazirganî û pîşesazî ava bike. Ez daxwazê ji hilberînerên xoşewîst yên Kurdistanê dikim, li ser berfirehtirkirina karê xwe yê hilberînî bifikirin, bi taybetî jî di warê çandiniyê de ku sektoreke gelek girîng e û sereke ye ji bo pêşxistina bingehê aboriya Kurdistanê, ku em bikarin li ser lingên xwe rawestin. Wekî sozên berê yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê me daye, em tenê pişta xwe nedin çavkaniyekê û bi yek çavkaniyekê ve girênedin.”

Herwiha Mesrûr Barzanî destnîşan kir: “Em xwedî axeke dewlemend in, em dikarin zêdetir sûd ji vê axê werbigrin, lê eger me biryar û bernameya di cih de û dirust hebe. Wekî ku min behs kirî, dema ne xweş û rewşa xerab em jê dûr ketin, lê eger mirov şiyana fikirandina rast hebe û îradeyeke bihêz hebe, em dikarin ji vê qonaxê jî bi berhem derbikevin.”

Serokwezîr eşkere kir: “Ez careke din spasiya berpirsên hikûmet û sektora taybet dikim ku girîngiyekî zêde dan pêşxistina sektora çandiniyê, ev jî yek ji wan nimûneyane ku niha em berhemên wê dibînin. Ev destpêkeke vejîna aboriya Kurdistanê ye. Me gelek projeyên mezin hene li gelek bajar û bajarokên Kurdistanê û hêvîdar im ew jî di demeke zû de bikarin cîbicî bin. Armanca me tenê ew nebû ku tenê sektorek, yan aliyek, yan jî çînek tenê sûdmend be ji aboriya Kurdistanê. Me xwestiye bingeheke bihêz a aborî ji bo Kurdistanê ava bikin, ku nifşên nû bikarin li ser lingên xwe rawestin û em bikarin bi avakirina wê bingeha aborî ve jiyana xelkê û standartên jiyana xelkê Kurdistanê ji bo asteke din bilind bikin. Hêvîdar im di vî erkî de Xwedê derfetê bide me û em bikarin serkevin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî got: “Pêwîstiya me bi hevkariya we xoşewîstan heye. Pêwîstiya me bi hevkariya hemwelatiyan û sektora taybet û fermanberên hikûmetê heye ku şev û roj di xizmeta xelkê Kurdistanê de bin. Ji bo ku vî erkê pîroz ê wek emanet ketiye stûyê me em bigehînin cih.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin