PeyamaKurd - Li gorî lêkolîneke ku ji aliyê kompaniya ewlehiya sîber Mandiant a ku bingeha wê li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ye û şaxeke kompaniya sîwanî ya Googleê, Alphabetê ye, komek hakerên Îranî, ji bo rayedarên ewlehiya neteweyî yên li Îran, Sûriye û Lubnanê, bi sîxuriya sîber têxin dafikê û bi bikaranîna daneyên sexte pisporên di qadê de berhev bikin, kompaniyekê damezirandine.
Li gorî lêkolînê, hakerên Îranî, bi koma hacker a bi navê APT42 ku bi navê Charming Kitten jî tê nasîn û herî dawî bi hakkirina kampanyaya hilbijartinê ya namzedê Partiya Komarî ya serokatiyê Donald Trump hatibû tawanbarkirin re jî di têkiliyê de ne.
Koma APT42 bi giştî bi yekîneyeke sîxuriyê ya Supaya Pasdarên Şoreşa Îranê (Pasdaran) ve girêdayî ye.
Buroya Lêpirsînê ya Federal (FBI) a DYAyê ragihand ku wan di derbarê hewldanên domdar ên APT42ê yên ji bo destwerdana hilbijartinên 2024an ên DYAyê de lêpirsîn daye destpêkirin..
APT42ya ku di 2017an de hatibû damezrandin, heya niha jî çalak e. Di demên cuda de, hackerên Îranî çalakiyên xwe wek ku ji aliyê Îsraîliyan ve dihatin birêvebirin vedişartin.
Şirovekar diyar dikin ku armanca van çalakiyên Îranê ew e ku di bin nasnameyeke cuda de, bi ser kesên li Rojhilata Navîn agahiyên nepen û nerast bifiroşin Îsraîl û hikûmetên din ên rojavayî.
Endamên yekîneyên leşkerî û servîsên sîxuriyê yên girêdayî hevalbendên Îranê yên li herêmê jî dibin hedef.
Di raporta lêkolîna ku ji aliyê Mandiantê ve hatiye kirin de tê gotin ku “Daneyên ku bi vê kampanyayê hatine komkirin, dikarin alîkariyê bidin servîsên sîxuriyaa Îranê û kesên ku dixwazin bi welatên dijminê Îranê re hevkariyê bikin nas bikin. Daneyên navborî dikarin ji bo eşkerekirina çalakiyên sîxurî yên li dijî Îranê û dadgehkirina Îraniyên gumanbar bi beşdarbûna di van operasyonan de werin bikar anîn."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin