PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Yekşemê 20ê Mijdarê di pêwendiyeke telefonê de, sersaxî li Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir kir ku bavê wî wefat kiribû.
Mesrûr Barzanî hevxemiya xwe bo Heval Ebûbekir ragihand û hêvî xwest, Xwedêyê mezin giyanê xwedêjêrazî bi bihuştê şad bike û sebir û aramiyê bide malbatê.
Parêzgarê Silêmaniyê jî di pêwendiya telefonî de, spasî û pêzanîna xwe û malbata xwe ji bo pêwendî û hevxemiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê anî ziman.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin