Pistî salekê hikûmeta nû ya Lubnanê hat damezrandin

Pistî salekê hikûmeta nû ya Lubnanê hat damezrandin

PeyamaKurd – Hikûmeta nû ya Lubnanê piştî salek bi ser krîzê re derbas bû hê nû hat damezrandin.

Hat ragihandin ku Necîp Mîkatiyê ji aliyê Serokomarê Lubnanê Mîşel Ewn ve ji bo damezrandina hikûmetê hatibû erkdarkirin, kabîneya xwe ya hikûmetê eşkere kiriye.

Piştî ku hikûmeta Lubnanê ya bi seroktiya Hesen Diyab 10ê Tebaxa 2020an ji ber xwepêşandanan û krîza aborî ya li welat îstifa kiribû, ligel hewldanên aliyên siyasî jî hikûmeta nû nehatibû damezrandin.

Îro 10ê Îlona 2021ê serokwezîrê berê Mîkatî çû Koşka Serokomariyê Baabdayê û serokomar Mîşel Ewn biryarnameya damezrandina hikûmeta nû îmze kir.

Bi vî awayî piştî 13 mehan li Lubnanê hikûmeteke nû tê damezrandin û dest bi kar dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin