Serok Barzanî bi Usame Nuceyfî re rewsa siyasî ya Iraqê gotûbêj kir

Serok Barzanî bi Usame Nuceyfî re rewsa siyasî ya Iraqê gotûbêj kir

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 24ê Tîrmehê pêşwazî li şanda bilind a Hevpeymaniya Niştîmanî ya Hesim a bi serokatiya Sekreterê Giştî yê Hevpeymaniya Niştimanî ya Hesim Usame Nuceyfî kir.

Hate ragihandin ku di civînê de li ser geşedanên dawî û guhertinên proseya siyasî ya Iraqê, amadekariyên hilbijartinên encûmenên parêzgehan, gef û astengiyên li pêşiya pêkvejiyan, aştî û geşepêdanê hatin gotûbêj kirin.

Herwiha di hevdîtinê de, pêwîstiya lihevkirineke niştimanî ya hevbeş di navbera aliyên siyasî yên Iraqê de û pabendbûna bi prensîbên hevbeşiya rasteqîne, hevsengî û lihevkirinê di birêvebirina welat de hate bibîrxistin.

Di civînê de, li ser rewşa jiyan û xizmetguzariyên parêzgehên Iraqê û hevahengî û karê hevbeş di navbera aliyan de jî hate axaftin..

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin