Nêçîrvan Barzanî bi Balyozê Iraqê yê li Ebû Dabî Muzefer El Cibûrî re civiya

Nêçîrvan Barzanî bi Balyozê Iraqê yê li Ebû Dabî Muzefer El Cibûrî re civiya

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro di serdana xwe ya Îmaratê de, serdana Balyozxaneya Iraqê ya li Ebû Dabî kir.

Di hevdîtinê de, bi Balyozê Iraqê yê li Ebû Dabî Muzefer El Cibûrî, pêwendiyên Iraq û Îmaratê û rewş û karûbarên rewenda Iraqê ya li Îmaratê hatin gotûbêjkirin û tekezî li girîngiya pêşvebirina warên hevbeş û hevkariya navbera her du welatan kirin.

Nêçîrvan Barzanî destxweşî li balyoz û stafa balyozxaneyê kir ji ber kar û hewldanên wan ên ji bo pêşvebirina zêdetir a pêwendiyan û hêviya serkeftinê ji bo wan xwest.

Ji aliyê xwe ve Balyozê Iraqê û stafa balyozxaneyê, kêfxweşiya xwe ji ber serdana Nêçîrvan Barzanî bo balyozxaneyê nîşan da.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin