PeyamaKurd- Opozisyona Sûriyê, li ser mijara şewitandina alaya Tirkiyeyê daxuyaniyek da û bi rêya daxuyaniyê da zanîn ku divê xelkê Suriyeyê, rêzê li sembol û alaya Tirkiyeyê bigire.
Ji aliyê Wezareta Berevaniyê ya hikûmeta demkî ya opozisyona Sûriyê ve li ser şewitandina alaya Tirkiyeyê ya di di xwepêşandanên xelkên navçeyên Sûriyeyê yên li dijî axaftinên Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Tirkiye hîn jî hevpeymana wan e û hat diyarkirin ku
“Dewleta Tirkiyeyê, hîn jî hevpeymanê me yê sereke yê şoreşa Sûriyeyê ye û em ligel hev pêngav bi pêngav li dijî terora rejîmê û rêxistinên cudaxwaz kar dikin. Baweriya me, bi rêbaza Tirkiyeyê ya li beramberî şoreşa me tê û dayîna daxuyaniyekê ku bi şaşitî hatiye fêmkirin, helwêsta me naguhere.
Mafê xelkê Sûriyeyê heye ku dengên xwe bigihînin hikûmeta Tirkiyeyê, lê divê rêzê li sembol û alaya Tirkiyeyê bigirin ku xwîna serbazên Tirk, li ser axa me herikiye û divê em biratiya gelên Sûriyê û Tirkiyeyê biparêzin.”
Bertekan, duh dest pê kiribû
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu duh gotibû, “Divê em bi awayekî opozîsyon û rejîma Sûriyê li hev bînin, heger na aştiyeke mayînde çênabe. Li ser van gotinên Çavuşoglu; li Cerablus, Ezaz, Girê Spî û çend deverên din ên di bin kontrola Tirkiyeê û komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê de xwepêşandan hatin kirin û daxuyaniya Çavuşoglu jî bi tundî hat şermezarkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin