PeyamaKurd – Li paytexta Qeter Dohayê danûstandinên agirbestê bo Xezayê yên navbeynkariyê dest pê kirin.
Hevdîtinên agirbestê piştî banga Serokê Amerîka Joe Biden û hevdîtinên wî yên ligel Serokomarê Misrê Ebdulfettah es-Sisî û Mîrê Qeterê Şêx Temîm bin Hamed Al Thanî ji nû ve hatin destpêkirin.
Li aliyê din Hemasê doh ragihandibû ku ew beşdariyê li danûstandinan nake, lê Îsraîl bi serokê MOSSADê David Barnea û Serokê Şîn Betê Ronen Bar û General Nitzan Alon di hevdîtinan de cî digrin.
Li aliyê Amerîkayê jî Serokê CIAyê Bill Burns, Şêwirmendê Konseya Ewlekariya Koşka Spî yê Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Brett McGurk nûnertiyê dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin