Wezîrê Sûriyê sertê dîyaloga bi Tirkiyê re eskere kir

Wezîrê Sûriyê sertê dîyaloga bi Tirkiyê re eskere kir

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad li navenda wezaretê ya Şamê bi Wezîrê Derve yê Îranê Alî Baqirî û şanda pê re civiya.

Piştî civînê Feysel Miqdad di civîneke rojnamevanî de diyar kir, têkiliyên stratejîk ên di navbera Îran û Sûriyê de û hevkariya ji bo pêşxistina wan têkiliyan, didomin.

Miqdad li ser mijara destpêkirina hevdîtinên ligel hikûmeta Tirkiyeyê jî got: "Mercê sereke yê diyaloga Sûrî-Tirkî ew e ku Enqere ji xaka me ya ku dagir kiriye vekişe û piştgiriya xwe ya bo rêxistinên terorî rawestîne.”

Baqirî jî diyar kir ku hevkariya Îran û Sûriyê xurt e û ew bingehên aramiya herêmê ne.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku piştî hatina ser kar ev serdana yekemîn a Alî Baqirî ye ku piştî Lubnanê û hevdîtina sekreterê giştî yê HizbullahêHesen Nesrellah çûye Şamê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin