PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro Yekşemê danê êvarê li Taxa Xwêran a parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê motorsîkleteke bombebarkirî hat teqandin.
Li gorî zanyariyên xwecihî teqîn li nêzîkî Dermanxaneya El-Nûr a li taxa El-Gwêran rû daye û di encama teqandina motorsiklêteke bombebarkirî de pêk hatiye.
Hat zanîn ku di encama teqînê de du kes birîndar bûne û birîndar ji bo nxweşxaneyeke bajêr hatine veguhestin.
Piştî teqînê Hêzên Asayîşa Hundirîn ên Rêveberiya Xweser, ji bo naskirina nasnameya ajokarê motorsikletê dest bi lêkolînê kirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin