Papa Francîs vegeriya Bexdayê

Papa Francîs vegeriya Bexdayê

PeyamaKurd – Papayê Francîs, piştî serdana Urê, vegeriya Bexdayê.

Papayê Vatîkanê, serê sibehê bi serdanekê gihîşt Necefê û bi Mercîeyê Şîeyan Elî Sîstanî re civiya. Herwiha piştî civîna ligel Elî Sîstanî, serdana şûnwarê Urê kir û li Urê ligel nûnerên dînî û ayînî yên Herêma Kurdistanê û Iraqê civiya.

Piştî vegera Bexdayê, tê çaverêkirin li dêra Mor Yosefî ya Keldaniyên Bexdayê beşdarî merasîmeke dînî bibe.

Papa Francîs, do serdana Bexdayê kiribû û ligel aliyên siyasî yên Iraqê civiya bû. Herwiha, wê Papa sibehê 07.3.2021ê jî serdana Hewlêrê bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin