Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, do bi mijara Afganistanê civiya.
Nûnera Afganistanê Deborah Lyons (Dîbora Liyonz) da zanîn, li gorî çavkaniyên pê bawer, agahî gihîştine ber destê wan ku Talîban dest bi kuştinên komî kirine.
Liyonz destnîşan kir, tevî soza efû ya Talîbanê jî êrişên li dijî endamên berê ên ewlekarî û karmendan zêde dibin.
Sekreterê Neteweyên Yekbûyî Antony Guterres jî ji Ajnasa AFP re ragihand ku bi mîlyonan Afgan bi birçîbûnê re rû bi rû ne..
Guterres weke rêya xelaskirina gelê Afganistanê jî diyar kir ku lazim e diyalog bi Talîbanê re were kirin û got: ‘‘Em dizanin, dibe ku ti encam ji vê diyalogê neyê bidestxistin. Lê dîsa jî ji bo em gel ji vê rewşa kambax xelas bikin, lazim e were kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin