Ji Harîrî bo Awn: “Hukumeta tu dixwazî ez nikarim ava bikim”

Ji Harîrî bo Awn: “Hukumeta tu dixwazî ez nikarim ava bikim”

PeyamaKurd – Saad Harîrî bo avakirina hukumeta nû ya li Lubnanê hat wezîfedarkirin lê Saad Harîrî ragihand ku ew nikare li gor serokkomarê Lubnanê Mişel Awn û der û dora wî hukumetê ava bike. Harîrî îro di civîna parlementoyê de mijarê ragihand. Li gor ajansa Reutersê ragihandiye, Saad Harîrî weha gotiye:

“Ez nikarim weka ku Mişel Awn û tîma wî an li gor grûbekî hukumetê ava bikim. Ez ê hukumeteka ku roxandinê rawestîne, jiyana Lubnaniyan bide dewamkirin ava bikim ne hukumetekî ku jiyan û dewletan tehdîd bike ava bikim.”

Meclisa nûneran ya Lubnanê li ser nameya ku serokkomar Awn tê de gotibû ‘Saad Harîrî ji avakirina hukumetekî ku welat ji krîza darayî rizgar bike acize’, civiyabû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin